Li Qazaxistanê di nêzê nexweşxaneya zayînê de teqîn pêk hat: 2 mirî, 8 birîndar

Li bajara Çîmkenta Qazaxistanê di nêzê nexweşxaneya zayînê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de yek ji pitik 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.05.2022 15:50:30 / Güncelleme: 21.05.2022 15:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teqîn di seat 12.00an de li ser Ceddeya Iglyayeva bajara Çîmkentê pêk hat.

Li gorî medyaya welat li nêzê nexweşxaneya zanînê teqîneke mezin yê ku hê sebeba wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama teqînê de li gorî dîyarîyên ‘ewil pitikek 18 rojî û wezîfedarek ewlehîyê canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji ber teqînê dermanxaneyek xira bû û di xanîyên û erebeyên derdorê de jî zirar pêk hat.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê teqînê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di dema teqînê de di nexweşxaneyê de 189 nexwaş û 65 wezîfedar hebûne û piştî teqînê hatin tehlîyekirin.

Derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)