Li Efxenîstanê hezaz pêk hat: 2 mirî

Li wîlayeta Bamîyana Efxenîstanê hezaz pêk hat, di encama hezazê de 2 zarok canê xwe ji dest dan.

21.05.2022 14:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sabur Sîxanîyê berdevkê wîlayeta Bamîyanê bi rojnamegeran re daxuyanî da û got ku li gundekî yê ku girêdayê navçeya Warasê ye hezaz pêk hat.

Sîxanî dîyar kir ku du xuşkên ku di bin axê de mabûn canê xwe ji dest dan.

Roja sêşema borî jî li wîlayeta Bedahşanê hezaz pêk hatibû di encama wê hezazê de jî 4 kes canê xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)