Li Mêrdînê ew ê konferansa “Civan û Medenîyeta Îslamê” bê tertîpkirin

Ji teref Civaka Ciwanîya Rehber yê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê ve ew ê di tarîxa 22yê Gulanê roja Yekşemê seat 20.30yan de di Artuklu AKMyê de konferansek bê tertîpkirin.

Ekleme: 21.05.2022 14:35:10 / Güncelleme: 21.05.2022 14:35:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bernameya ku Nivîskar Dr. Abdulqadîr Turan jî beşdar bibe re hemû xelqê Mêrdînê hat de’wetkirin.

Di daxuyanîya ku derheqê bernameyê de hat dayîn de weha hat gotin, “Di tarîxa 22yê Gulanê roja Yekşemê seat 20.30yan de, bi tevî beşdarbûna Nivîskar Dr. Abdulqadîr Turan ew ê konferansa “Civan û Medenîyeta Îslamê” bê tertîpkirin. Em hemû xelqê xwe da’wetê bernameyê dikin.” (ÎLKHA)