Rejima îşxalker bi fuzeyan êrîşî Sûrî kir: 3 mirî

Rejima îşxalker a sîyonîst li Sûrîyeyê herêma leşkerîyê ku li başura welate bi fuzeyan hedef girt, di encama êrîşê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.05.2022 11:35:32 / Güncelleme: 21.05.2022 11:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa rejima Sûrîye ve hatîye belavkirin hat destnîşankirin ku rejima îşxalker, bi fuzeyan êrîş li herêma leşkerîyê ku li alîyê Girên Golana ku di bin îşxalê da ye kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku piranîyê fuzeyan bi sîstema parastinê hat astengkirin, hinekê wan jî li herêmê ketin û di encama wê de jî 3 kes canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku li derdorê balafirgeha ku li derdorê herêma ku hatîye êrîşkirin bû şewat derket û ji ber şewatê hinek sefer hatin betalkirin. (ÎLKHA)