Tankera mazotê û qemyon li hev qelibîn: 9 mirî

Li wîlayeta Maharashtraya Hîndîstanê tankerek mazotê û qemyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 9 kes mirin.

Ekleme: 21.05.2022 11:09:45 / Güncelleme: 21.05.2022 11:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li bajara Chandrapura wîlayeta Maharashtra Hîndîstanê tankerek mazotê û qemyona ku êzing barkirîbû li hev qelibîn. Di daxuyanîya polêsê de hat destnîşankirin ku, qeza di seat 22.30yan de pêk hat û du re şewat derket di encama şewatê de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku şewat çend seat paşê hat binqontrolkirin. (ÎLKHA)