Rusya: Febrîqeya Azovstalê bi temamî hat valakirin

Rusya daxuyand ku ew Mariupolê bidestxistin û vê bidestxistinê jî di pêvajoya herba Ukraynayê de zefera herî mezin hesiband.

Ekleme: 21.05.2022 10:45:12 / Güncelleme: 21.05.2022 10:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rusyayê dîyar kir ku Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê ji Putînê re dîyarî kir, ku di herba Ukraynayê de febrîqeya pola Azovstal ya qeleya dawîn bi tamamî bidestxistin û bajar jî “bi temamî hat azadkirin”.

2 hezar û 439 Ukraynayîyên ku di febrîqeya pola de asê mane, 500ê wan di roja Înê de heta roja Duşemê teslîm bûn. (ÎLKHA)