Li Xetayê di navbera du malbatan de pevçûn

Li navçeya Enteqyaya Xetayê di navbera du malbatan de pevçûna bi çek pêk hat, 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 20.05.2022 09:30:31 / Güncelleme: 20.05.2022 09:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li Kuçeya 31emîn a li Taxa Saraykentê di navbera du malbatan de pevçûna ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama pevçûnê de kêr û çek jî hatin derxistin û 15 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)