Li Bûrkîna Fasoyê 11 leşker hatin kuştin 20 jî birîndar bûn

Di êrîşa ku li rojhilatê welêt li dijî baregeha leşkerî hat kirin de 11 leşker hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.05.2022 09:05:04 / Güncelleme: 20.05.2022 09:05:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên li dijî leşkeran ên li Bûrkîna Faso dewam dikin. Li rojhilatê welêt bi top û çekan êrîş li ser baregeheke leşkerî hat kirin. Di êrîşê de 11 leşker mirin, 20 leşker jî birîndar bûn.

Hat îdiakirin ku piştî êrîşê di operasyona esmanî da 15 êrîşkar hatin kuştin.

Hikûmeta Burkîna Faso di Çileya îsal de bi derbeyekê hat ser desthilatdariyê.

Ji ber nakokiyên siyasî yên li welêt gelek caran di navbera komên çekdar û leşkeran de şer û pevçûn diqewimin. (ÎLKHA)