Ji ‘Şahîya Îlahî’ re bi hezaran Êlihî beşdar bûn

Li Êlihê ji xelqê re konserek bêheq yê bi navê “Şahîya Muzîk Ya Surûda Îlahîyê” hat tertîpkirin. Bi hezaran Êlihî eleqe nîşanê bernameyê dan û xelq jî konserê gelek ecibandin.

Ekleme: 19.05.2022 15:55:41 / Güncelleme: 19.05.2022 15:55:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Civaka Ciwanîya Zana ya Zanîngeha Êlihê ve di seat 20.00an de li Parqa Şerzan Kurta li Taxa Karşiyakayê ye bernameya “Şahîya Muzîk Ya Surûda Îlahîyê”  hat tertîpkirin û ji teref xelqê Êlihê ve jî gelek hat ecibandin.

Di bernameyê de hundermendên ku ji derveyê welat û ji hindirê welat beşdar bûn re îlahîyan hatin xwendin û di bernameyê de gelek tekbîr û selewat hatin anîtin.

“Ev ê ku bi Êlihê dikeve ev e”

Davut Şahîn

Davut Şahînê Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê jî beşdarê bernameyê bû û derheqê bernameyê de weha axivî, “Coşeke gelek xweş e, beşdarbûn û kêfxweşî heye. Em bi navê HUDA PARê ev tiştî dibêjin: Eger ku tê daxwazkirin û ciwan bên kêfxweşkirin, bên coşkirin; tê dawxazkirin ku ji wan re tiştek bê dayîn em ne mecburin ku fikr û aqlê wan îfsat bikin. Em bi qîmetdayîna nirxandinên wan û ramanên wan dikarin wan bidin kêfxweşîyê. Wa ev tişt jî delîla ku tiştê em dibijin e. Li vê derê bi hezaran ciwanên zilam û ciwanên qîz hene û bi dilên xwe kêf dikin. Di nav coşê de ne. Bila rayedaran vê tiştê bibînin, ciwan bi vê şeklê jî kêfxweş dibin. Di ‘eslê xwe de ev ê ku bi Êlihê dikeve jî ev e. Ji xelqê Kurdê Misilman yê bi îman re ev tişt pê dikeve. Lazim e ku em van tiştan zêde bikin. Dema ku em hawirek ewakî tertîp bikin ew ê ciwanên me werin li vê derê jî. Ez ji wan kesên ku vê bernameyê tertîp kirine re sipasîyên xwe dikim.”

“Me ji bona ku wan bernameyên ku Êlihê xirab nîşan didin berteref bikin bernameyek ewakî tertîp kir”

Muhammed Hüseyin Ayyıldız
Huseyîn Ayyildizê Serokê yê Civaka Ciwanîya Zana derheqê bernameyê de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew li hember bernameyên bêexlaq, bernameyek ewakî tertîp kirine û weha li axavtina xwe zêde kir, “Em bi navê Civaka Ciwanîya Zana ya Zanîngeha Êlihê daxwaz kir ku bernameyek ewakî tertîp bikin. Me bi vê bernameyê daxwaz kir ku dîndarîya Êliha me nîşan bidin, em nîşan bikin ku xelq çi qas birçîyê Îslamê ye, me dawxaz kir ku wan bernameyên bêexlaq ku Êlihê xirab nîşan dide bên berterefkirin, bernameyek ewakî tertîp kir. Hemd ji Xwedê re ku xelqê Êlihê me şaşwaz nekir. Dîsa wek herdemî dîndarîyên xwe nîşan dan. Li hemberbûna wan bernameyên bêxlaqîyê nîşanê me dan.”

Aliye Sevim

“Gerek bernameyên herî mezin bên tertîpkirin”

Alîye Sevîma ku beşdarê bernameyê bû derheqê bernameyê de fikr û ramanên xwe anî ziman û weha got, “Li gor min tertîpkirina bernameyên ewakî gelek xweşik e û ev tiştê hînkirina xelqê me jî gelek tişteke xweşik e. Li gor min bernameyên ewakî dema ku zêde bên tertîpkirin ew ê gelek xweş bibe. Çîmkî xelq ji bernameyên ewakî re gelek beşdarîyê nîşan dide. Bernameyên herî mezin dema ku bên tertîpkirin ew ê xweşiktir bibe. Beşdarîya van bernameyan jî min gelek kêfxweş dike.”

Ali Kemal Aşkın

“Em dixwazin ku bernameyên ewakî zêdetir bên tertîpkirin”

Alî Aşkinê ku beşdarî bernameyê bû jî derheqê bernameyê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin bila bernameyên ewakî zêdetir bên tertîpkirin, “Em xwendekarên Zanîngeha Êlihê ne û em dixwazin ku bila bernameyên ewakî zêdetir bên tertîpkirin. Çîmkî ji beşdarbûna mirovan eşkereye. Xelqê Êlihê ji bernameyên ewakî re birçî ne. Di demeke nêz de konserên ku ji bawerîya me re, ji kevneşopîya me re tersin hatin tertîpkirin. Em, bernameyên ku me ji Îslamê durbixin naxwazin. Em, zêdetir bernameyên ku me nêzê Îslamê bikin, me nêzê kevneşopîyên me bikin dixwazin.”

Ali Kemal Aşkın

“Şolena îlahî ya ewakî dilê me rehet kir”

Astengdar Muhammed Veysî Dursunê ku beşdarê bernameyê bû jî fikr û ramanên xwe anî ser ziman û weha got, “Xwedê Teala ji wan kesên ku li Êlihê bernameyek ewakî tertîp kirine razî bibe. Em ji wan bernameyên ku di demeke nêz de hatibû tertîpkirin û wan bernameyan jî ji bawerîya me re tersin re gelekî aciz bûbûn. Vê bernameya Îlahîyê jî gelek dilê me rehet kir. Em bi malbatî hatin. Hîssekî gelek xweşik e. Em dixwazim ku bila hemû kes vê hîssê bijî.”

Abdussamed Gökçe

“Em daxwaz dikin ku bila nêvengên ewakî zêde bibe”

Abdulsamed Gokçe jî weha got, “Ez hatim şahîya ku ji teref Civaka Ciwanîya Zana ya Zanîngeha Êlihê ve hatîye tertîpkirin. Bi rastî jî em li vê derê di nav cihek wisa ne ku li vê derê navê Xwedê bilindtir dibe û selawat ji resûlê Xwedê tê anîtin. Em dixwazin ku bila nêvengên ewakî ji teref dewletê bên tertîpkirin. Nêvengên ewakî ji bona rizayê Xwedê ne û pêxember jî cihên ewakî hez dike. Em dixwazin ku bila nêvengên ewakî zêde bibe.”

Mehmet Furkan Altun

“Bernameyên ewakî gerek her sal bên tertîpkirin.”

Mehmet Furkan Altun jî weha got, “ Em bernameyên ewakî gelek hez dikin. Em daxwaz dikin ku bila bernameyên ewakî her sal bên tertîpkirin. Bernameyên ku îfsadê asteng dike bila bên tertîpkirin û tişteke xweşik e. Em dixwazin ku bila bernameyên ewakî daîmî bin.” (ÎLKHA)