Li Sêrtê gurên birçî 8 heywan telef kirin

Li navçeya Şîrvana Sêrtê gurên birçî êrîş birin li ser axûrê welatiyekî û 1 beran û 7 mihan telef kirin.

Ekleme: 19.05.2022 09:55:33 / Güncelleme: 19.05.2022 09:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Tatlîpayama navçeya Şîrwanê nîvê şevê kerîyekî gur êrîş bir li ser axûra ku heywanên Abdulcabbar Beduk lê hatibûn hewandin. Di êrîşê de 1 beran û 7 mih telef bûn.

Abdulcabbar Bedukê ku got hevjîna wî çûye êm bide heywana û pê hesiya ku gur êrîşî heywanan kirine û wiha got: “Gurên birçî daketin qadan û pezê min telef kirin. Em mexdûr in, em li benda alîkariya rayedaran in." (ÎLKHA)