Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 2 jê giran 5 birîndar

Li navçeya Kerborana Mêrdînê di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.05.2022 09:50:34 / Güncelleme: 19.05.2022 09:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di derdora seat 20.00an de li nêzî gundê Sûmerê ya navçeya Kerboranê qewimî. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 47 LB 863 ya ku ji Sumerê diçû ser rêya Midyad-Kerboranê û wesayîta bi plaqeya 47 AAY 387 ku ji rêya Midyad- Kerboranê dihat li hev qelibîn.

Bi girtina xeberê re ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Dema birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)