Li Wanê 47 koçber hatin girtin

Li navçeya Ercîşê ya Wanê di lêgerîna ku li 2 otobusên ku ji teref polêsan ve hatin rawestandin de 47 koçber hatin girtin.

Ekleme: 19.05.2022 09:50:33 / Güncelleme: 19.05.2022 09:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê ve hat dayîn de hat destnîşankirin, di lêgerîna ku ji teref Midûriyeta Komaleya Qaçaxçîtiyê û Sûcên Organîze ya Ercîşê ve ji bo deşîfrekirina kesên ku bi "Qaçaxçîtiya Koçberan û Qaçaxçiya Însanan" dikin û koçberên neqanûnî bên girtin de 2 otobus li navçeya Ercîşê hatin rawestandin û di encama lêgerîna ku hat kirin de 47 koçber hatin girtin derbarê 3 organîzatoran de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. (ÎLKHA)