Li Rojhilatê yekî êrîşî sazîya dewletê kir: 4 mirî 5 birîndar

Li bajara Îlama Kurdistana Rojhilat xebatkarekî berê yê Weqfa Muztazafan bi çeka li ser xwe êrîşî weqfê kir.

Ekleme: 18.05.2022 16:55:34 / Güncelleme: 18.05.2022 16:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku hat kirin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Elgasî Mehrê Midûrê Ewlehîya Îlamê derbarê mijarê de destnîşan kir, kesê êrîşkar piştî kuştinan di serê xwe de berdaye û xwe kuştiye.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê ku hat hînbûn rewşa yekî ji wan giran e.(ÎLKHA)