Li Hîndîstanê 500 hezar kes ji ber lehîyê ji cihê xwe bûn

Li wîlayeta Assama ku li bakura Welatêye baraneke zêde barî û lehî pêk hat, di encama lehîyê de 500 hezar kes mecbur man ku ji cihê xwe bûn.

Ekleme: 18.05.2022 15:05:33 / Güncelleme: 18.05.2022 15:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çema Brahmaputraya ku li ser sînora welatên Hîndîstan û Bangladeşê de ye û di dinyayê de jî di nav çemên ew ê herî mezin de ye ji ber lehîyê rabû.

Li wîlayeta Assamê bi sedan xanî jî di encama rabûna çem de di binê avê de man. Di lehîyê de 8 kes canê xwe ji dest dan û nêzê 500 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.

Ji 2 hezarî zêdetir mirovên ku li texma Hojaîyê dijîn jî hatin xelaskirin.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ew ê baran hê 2 roj jî xwe tesîrdar bike û hindava Çema Brahmaputrayê jî bilind bibe. (ÎLKHA)