Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê êrîşî bi çekdar: 20 mirî

Li wîlayeta Iturîya Komarîya Demokratîk a Kongoyê êrîşî bi çekdar pêk hat, di encama êrîşê de herî kêm 20 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.05.2022 17:30:34 / Güncelleme: 17.05.2022 17:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên çapemenîya li neteweyî, endamên koma Hêzên Itifaqa Demokratîk (ADF) êrîş li gundê Mongeya ku li wîlayeta Iturî kir.

Di encama êrîşê de herî kêm 20 sîwîl canê xwe ji dest dan, 25 sîwîl jî ji teref êrîşdaran ve hatin rehîngirtin.

Hat destnîşankirin ku di sala 2014an heta niha de di encama êrîşên ADFyê de bi hezaran sîwîl mirin e. (ÎLKHA)