3 kesên ku tê îddîakirin xwekujin hatin qefaltin

Wezareta Karên Hindir ya Tirkîye daxuyand ku ew 3 endamên DAÎŞê yê ku di nav hazirîya êrîşa xwekujî de bûn hatin binçavkirin.

Ekleme: 17.05.2022 15:20:32 / Güncelleme: 17.05.2022 15:20:32 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Li gorî daxuyanîya wezaretê hat destnîşankirin ku ew li ser amûrên dijîtalî yên ku di encama operasyona ku di sala 2021an de li Çorimê li dijî Muhammed Elalîyê endamê DAÎŞê ye hat kirin de hatibûn bidestxistin de li Bûrsayê operasyonek hat destpêkirin.

Ji teref ekîbên Midirtîya Şubeya TEM ya Bûrsayê ve li dijî Halid Aljasem, Enes Elgannem û Süleyman Elhamudê ku endamên DAÎŞê ne û derheqê wan de agahî heye ku ew ê êrîşên xwekujî bikin operasyon hat kirin û di encama operasyonan da her sê şikdar jî hatin binçavkirin.

Di ancama lêgerîna ku di edresên şikdaran de hat kirin de amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin û dest li ser wan amûran hat dayîn û pirsgirêkan wan şikdaran jî li ewlehîyê berdewam dikin. (ÎLKHA)