Li Agirîyê di Dadgehê de pevçûn: 5 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Agirîyê di derketina Dadgehê de di navbera eqrebeyên ku di nav wan de neyartî hebûye de pevçûnek bi çek derket. Di encama pevçûnê de 1 jê giran tev de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 17.05.2022 11:50:30 / Güncelleme: 17.05.2022 11:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Dadgeha Agirîyê di navbera eqrebeyên ku di nav wan de neyartî hebû de bi çekan pevçûn derket. Di encama pevçûnê de S.E. û pîreka wî ya ku navê wê nehatîye hînbûn û N.E., Y.E. û E.Mya xwendekarê zanîngehê ya ku di dema pevçûnê de li wê derê derbas dibû birîndar bûn.

Ji pevçûna ku heta Çarrêya Agriyê berdewam kir re ekîbên polês û cendirme hatin sewqkirin.

Hat hînbûn ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Agirîyê lê rewşa S.E. giran e.

Hat destnîşankirin ku polês li cîhê meseleyê tedbîrên ewlehîyê girtin û derheqê meseleyê de jî 5 kesan binçavkirin.

Li gorî îfadeyan sala borî jî di navbera van malbatan de şer derketîye. (ÎLKHA)