Li Îspanyayê qezaya tirênê

Li nêzê bajara Barcelonaya Îspanyayê du tirên li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 2 jê giran tevde 85 kes birîndar bûn.

Ekleme: 17.05.2022 11:05:28 / Güncelleme: 17.05.2022 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li îstasyona Sant Boî de Llobregata ku 14 kîlometre dûrê bajara Barcelonaya Îspanyayê ye tirêneke barkeş û trêneke banlîyo li hev qelibîn.

Di encama qezayê de makînîstê trêna banlîyoyê canê xwe ji dest da, 2 jê giran tev de 85 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê jî 100 kesên ku di nav trênê de bûn hatin tehlîyekirin.

Derheqê sebeba qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)