Sîyonîstên îşxalker li cîhê navenda qontrolê Filistînîyek giran birîndar kir

Hat destnîşankirin ku li Şerîaya Rojava Filistînîyek di encama êrîşa ku ji teref rejima îşxalker ve hat kirin de giran birîndar bû.

Ekleme: 17.05.2022 10:20:26 / Güncelleme: 17.05.2022 10:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li bajara Nablusê li cihê navenda qontrolê Filistînîyek ji teref rejima îşxalker ve giran bidîndar bû û hat îddîakirin ku wê Filistînîyê ew ê wan kêr bikarana.

Di encama êrîşê de Filistînî giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê.

Li Şerîaya Rojava êrîşên şeveqê

Li gorî medyaya Filistînê rejima îşxalker li Şerîaya Rojava dest bi êrîşên mezin yê şeveqê û girtinê kir.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de 5 kesên ku berê di zindanên rejima îşxalker de esîr bûn jî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)