Bavê Abdullah Onenê Yusufî rehmet kir

Yusuf Onenê (85) bavê Abdullah Onenê ku bû 26 sale ji ber de’wa Îslamê di girtîgehê de ye, di nexweşxaneya ku tedawî didît de rehmet kir.

Ekleme: 16.05.2022 17:45:37 / Güncelleme: 16.05.2022 17:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Onenê ku bû demeke dirêje tedawîya qanserê dibîne, di seatên ‘esrê de di Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlîhê de rehmet kir.

Cinazeya Onen ji nexweşxaneyê hat girtin û piştî kirina nimêjê di Goristana ‘Esrî de hat definkirin.

Ji merasîma cinazeyê re; Davut Şahînê Serokê Bajarê Êlîh yê HUDA PARê, temsîlkarên STKyan, malbata Onen û eqrebeyên wî beşdar bûn.

Hat destnîşankirin ku tezîye, ew ê li Mala Şînê yê Mizgefta Bayramê ku li Taxa Remezanê ye bê qebûlkirin. (ÎLKHA)