Li Konyayê hejmara kesên ku ji ber verişîn û emelîbûnê serî li nexweşxaneyan da 1200î derbas kir

Hat ragihandin li navçeyên bi navê Ereglî û Halkpinariya Konyayê ji doh ve zêdetirî 1200 kesî ji ber verişîn û emelîbûnê serî li nexweşxaneyên bajêr dan.

Ekleme: 16.05.2022 16:55:37 / Güncelleme: 16.05.2022 16:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji rayedarên nexweşxaneyan hatine wergirtin rewşa kesên ku ji ber verişîn û emelîbûnê serî li nexweşxaneyan dane niha baş e û piştî midaxaleya ewil a ku hat kirin re exlebeyê nexweşan ji nexwşexaneyan derketine.

Ji ber gazin û gilîyên ku hatin kirin Midûrtîya Tenduristîyê ya Bajêr, Midûrtîya Çandinîyê ya Navçeyê û ekîbên Şaredarîya Ereglîyê ji ava vexwarinê nimûne girtin.(ÎLKHA)