Li Enqereyê operasyona tiryakê: 332 binçavî

Hat destnîşankirin ku li Enqereyê li dijî tiryakê operasyonan hatin lidarxistin, di encama operasyonan de ji 332 şikdaran 35ê wan hatin girtin.

Ekleme: 16.05.2022 14:50:32 / Güncelleme: 16.05.2022 14:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku di hîsaba medyaya civakî ya Midirtîya Ewlehîya Bajar hat belavkirin de, ekîbên Şubeyên Micadeleya bi Sucên Narkotîkê li giştîyê welat di navbera tarîxa 9-15ê Gûlanê de operasyonan li dar xistin.

Di encama operasyonan de kîloyek û 900 grem esrar, 80 grem eroîn, 340 grem metamfetamîn, 279 grem kokaîn, hezar û 900 heb hebên ectacy û 9 hezar û 600 heb hebên sentetîk hatin bidestxistin.

Ji 332 şikdarên ku hatin binçavkirin jî ji wan 35 kes hatin girtin. (ÎLKHA)