Ji ser peymana Sykes-Picot a ku pê Kurdistan hat parçekirin 106 sal derbas bûn

Ji ser Sykes-Picota ku di 16ê Gulana sala 1916an de hat îmzekirin û Kurdistan pê hat parçekirin 106 sal derbas bûn.

Ekleme: 16.05.2022 13:45:31 / Güncelleme: 16.05.2022 13:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Peyman berî vê 106 salan di navbera Brîtanya û Fransayê de hat îmzekirin ku Mark Sykes li ser navê Brîtanya û François Georges-Picot jî li ser navê Fransayê îmze avêtibû bin peymana ku pê Kurdistan hatibû parçekirin.

Di bergeha peyaman ku hat îmzekirin de Brîtanya dest danî li ser Filistîn, Urdun, Iraqa Başûr û Benderên Hayfa û Akkayê û Fransa jî dest danî li ser Herêma Behra Spî ya Rojhilat, Edene, Riha, Entabê, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Musul û Sûrîyeyê û her du welatan van herêm û dewletan îşxal kirin.

Her wisa bi vê peymana ku hat îmzekirin felaket û bobelateke mezin bi serê Kurdan de hat û Kurdistana ku bi Peyaman Qesrî Şîrîn hatibû parçekirin, bû 4 parçe û di nav Tirkîye, Iraq, Sûrîyeyê de hat dabeşkirin.(ÎLKHA)