Firtûneya qumê bû sedema mirina 4 kesan

Li bakura Sûrîye û rojhilata Sûrîye firtûne û barana qumê tesîrdar bû, di encama firtûne û barana qumê de 4 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.05.2022 11:35:34 / Güncelleme: 16.05.2022 11:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Firtîneya qûmê, li Sûrîyeyê jîyanê bi xirabî tesîrdar kir.

Li Sûrîye gelek kes ji ber firtûneya qumê talukeya fetisandinê derbas kirin û gelek kes jî bi ber bêhntengîyê çûn nexweşxaneyan.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li bajara Deyrezorê 4 kes ji ber firtûneya qumê canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku li rojhilata Helebê û li bakura Reqqayê jî baran û zîpik tesîrdar bûn. Ceh û genimên ku nêzê çinînê bûn jî ji ber zîpikan zirarê dîtin. (ÎLKHA)