Li DYA’yê êrîş li cihê navenda danûstandinê hat kirin: 10 mirî

Hat ragihandin ku li bakurê eyaleta New Yorkê êrîşa çekdarî li navendeke danûstandinê hat kirin.

Ekleme: 15.05.2022 09:20:28 / Güncelleme: 15.05.2022 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê Buffalo yê bajarê New Yorkê yê DYAyê, êrîşek hat lidarxistin. Hat destnîşankirin ku gumanbar kesên di dikanê de  gulebaran kir  ku ji ber vê êrîşa ku hat lidarxistin de 10 kes mirin gelek kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê êrîşa ku hat kirin de polêsên Buffaloyê diyar kirin ku êrîşkar hatiye binçavkirin.

Waliyê New Yorkê Kathy Hochul derbarê bûyerê da wiha got, "Ez êrîşa ku li Buffaloyê li dikaneke firoşgehekê hat kirin ji nêz ve dişopînim. Me pêşniyara alîkariyê da rayedarên herêmî. Heke hûn li Buffaloyê ne, ji kerema xwe herêmê biterikînin û talîmatên qanûnê bişopînin.(ÎLKHA)