Li Meletîyê qeza: 3 mirî 3 birîndar

Li ser rêya Meletî-Xarpetê erebeyek li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de bi tevî pitikek 3 kes rehmet kirin û 2 jê giran tev de 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.05.2022 11:50:32 / Güncelleme: 14.05.2022 11:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku qeza di seat 05.30yan li alîyê Taxa Benta ku girêdayê navçeya Kaleyê ye de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku di bin şofêrtîyê Şeyhmus Er (29) de bû, ji ber ku hakîmîyeta dîreksîyonê hat windakirin li şerempolê gêr bû.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de Şeyhmus Er, Enbîya Er ê yek salî û Zeynep Tunc a pitik li cîhê qezayê canê xwe ji dest dan û Gunay Er a ku bihemle ye (20), Erdal Tuaç (39) û Melekşah Tuaç (38) jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Navenda Tipa Turgut Ozal û hat îfadekirin ku rewşa Gunay Er û Erdal Tuaç giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)