Karaarslanê Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê ji heqaretkirina Îslamê re bertek nîşan da

Ahmet Karaarslanê Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê, weha got “Wan kesên ku xwe ‘pêşvexwazê nûjen’ dihesibînin, heqeretkirina wan ê ji Îslamê re bi navê ‘paşverû’ qet nayê qebûlkirin. Dînê Îslamê hevîra vê ciwakê ye.”

Ekleme: 14.05.2022 11:35:32 / Güncelleme: 14.05.2022 11:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ahmet Karaarslanê Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê, ji heqareta ku xwendekarên Fakulteya Agahîyên Sîyasî ya Zanîngeha Enqereyê ku ji pîrozên Îslamê kirin re bertek nîşan da.

Karaarslan di axavtina xwe de destnîşan kir ku di berê de ji Îsalmê re heqaret dihat kirin, bi taybetî dem bi dem ji teref civata huner û akademîyê ve ji dînê Îsalmê û esasên wî yên bi ‘esas re heqaret tê kirin.

Karaarslan di axavtina xwe de weha got, “Di Fakulteya Agahîyên Sîyasî de xebateke ku di bin navê ‘ ‘Îda Çêlekê’ de bi tevî xwendina ‘duaya çêlekê’ ku li gorî xwe vê tiştê re dibêjin ‘pêkenîya rexneyî’ hat tertîpkirin. Belê, dibe ku xwendekaran fikrên xwe di nav azadîyê de bînin ziman û di vê tiştê de jî tu xerabî tuneye. Zanîngehan navenda azadîyê ne. Encax tu azadîyek di nav xwe de tehrîkkirina bawerîyeke dinê û kêmxistinê nikare bihewîne. Ev hereketa wan kesên ku xwe ‘pêşvexwazê nûjen’ dihesibînin ku Îslamê û Misilmanan jî ‘paşverû’ dihesibînin û ji ber vê yekê heqeratê dikin qet nayê qebûlkirin. Dînê Îslamê hevîra vê civakê ye.”

Karaarslan di axavtina xwe de bi bîr anî ku di sala 2016an de dîsa li vê zanîngehê meseleyek ewakî pêk hat, wê demê tehqîqat hatibû vekirin encax encama tehqîqata bi beraatê encam bû.

Di berdewama axavtinê de weha hat gotin, “Hiqûqa ku dema ji Serokkomar re û ji Mustafa Kemal re heqaret bê kirin bi lez û bez tê tetbîqkirin, ji heqaretên ku ji Îslam û pîrozên Îslamê re tên kirin re ‘eynî şekil nayê tetbîqkirin. Ev tişt wicdanê me birîndar dike. Gerek ‘eynî hessasîyet dema ku ji Îslamê re jî heqaret bê kirin bê nîşandan.”

Karaarslan di dawîya axavtina xwe de weha destnîşan kir ku gerek zanîngeh bi tenê cîhê ‘îlmê bibe û axavtina xwe weha dawî kir, “Ciwanên me yên ku di zanîngehan de tên perwerdekirin mixabin bi materyalîstî tên perwerdekirin. Xwendekarên ku bi vê şeklê tên perwerdekirin mixabin ji dînê Îslamê re xerîb dimînin û ji dînê Îslamê re bi neyarî tên perwerdekirin. Gerek pêşîya vê tiştê bê girtin. Dema me ya dê di binê talûkeyê da ye. Em ji li vê derê ji bireveberîya zanîngehê re û ji xwendekaran re bang dikin. xwendekarên me dikarin fikrên xwe yên azad bibêjin û dikarin pêkenîyê jî bikin lê ev tişt tu dem gerek ji heqeretkirina pîrozên dînekî re venegere.” (ÎLKHA)