Sîyonîstên îşxalker bi fûzeyan êrîş li Sûrî kir: 5 mirî 7 birîndar

Rejima îşxalker a sîyonîst bi fûzeyan êrîş li herêma Masyafa Sûrî kir, di encama êrîşan de 5 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.05.2022 10:35:31 / Güncelleme: 14.05.2022 10:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên ku ji kehnîyên rejim hatine bidestxistin rejima îşxalker a sîyonîst di seatên êvarê de bi fûzeyan êrîş li herêma Masyafa li bajara Hamaya Sûrî kir.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama êrîşan de 5 kes canê xwe ji dest dan, yek jê zarok tev de 7 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku hinek fuze jî ji teref sîstema parastina hewayê ya Sûrî ve hat îmhekirin. (ÎLKHA)