Li Hîndîstanê di avahîyek de şewat: 27 mirî

Di nav avahîyeke ku nêzê îstasyona metroyê ya li Mundkaya Delhîya Nûya paytexta Hîndîstanê ye de şewatek derket. Di encama şewatê de 27 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 14.05.2022 10:05:32 / Güncelleme: 14.05.2022 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di qata yekemîn û duyemîn de 20 kes hatin xelaskirin. Hat îfadekirin ku ji ber mezinahîya şewatê dibe ku hêjmarên mirîyan zêde bibe.

Sebeba şewatê hê nayê zanîn.

Di sala 2019an de li Delhîya Nû şewatek derketibû û di encama wê şewatê de jî 43 kes miribûn. (ÎLKHA)