Îşxalkerên sîyonîst êrîş li kesên ku tabûta Şîrîn Ebu Akîle dabûn li ser milên xwe kir

Polêsên rejima îşxalker a sîyonîst, êrîş li kesên ku tabûta Şîrîn Ebu Akîle ya Rojnamevana Al Jazeerayê dabûn li ser milên xwe kir.

Ekleme: 13.05.2022 15:40:29 / Güncelleme: 13.05.2022 15:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Filistînîyan, daxwaz kirin ku tabûta Şîrîn Ebu Akîle ya Rojnamevana  Al Jazeerayê ya ku ji teref rejima îşxalker ve hatibû qetilkirin ku li Nexweşxaneya Fransiza ku li Qudsê ye bigrin û bi tevî meşandinê bibin.

Polêsên rejima îşxalker a sîyonîstên ku ji meşandinê re îzîn neda, bi guleyên plastîk, cop, bombeyên xaz û bombeyên dengan êrîş li qelebalixê kir. Di encama êrîşê kesên ku tabûta Ebu Akîle dabûn li ser milên xwe jî tesîrdar bûn û mecbûr man ku tabûtê danîn ‘erdê.

Di encama êrîşên rejima îşxalkeran de gelek Filistînî birîndar bûn.

Piştî êrîşê, tabûta Ebu Akîle hat kirin erebeya cinazayê û hat anîn li Kîlîseya Katolîka ku li Qudsê ye. (ÎLKHA)