NY: Ji 6 milyonî zêdetir Ukraynayî welatên xwe terk kirin

Komisertîya Bilinda Miltecîyan ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand, 6 milyonî zêdetir Ukraynayî ji ber êrîşên Rusyayê Ukraynayê terk kirin.

Ekleme: 13.05.2022 10:50:31 / Güncelleme: 13.05.2022 10:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Rusyayê ku 24ê Sibatê de dabû destpêkirin 6 milyonî zêdetir kes Ukraynayê terk kirin û tê tehmînkirin ku ew ê heta dawîya vê mehê jî ev hêjmar bibe 8,3 milyon.

Rêxistina Koç a Navneteweyî jî daxuyand ku di nav Ukraynayê de ji 8 milyonî zêdetir mirov ji ber êrîşên Rusyayê di nav welat de koç bûne. (ÎLKHA)



Etiketler: