Li Nîjeryayê pevçûnên bi şîdet: 40 mirî

Li wîlayeta Tarabaya Nîjeryayê di encama pevçûna ku di navebera du koman de berdewam dike de herî kêm 40 kes mirin.

Ekleme: 13.05.2022 10:40:32 / Güncelleme: 13.05.2022 10:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li gundê Tartîyê di navbera endamên qebîleya Kutep û şivanan da meseleyên bi şîdet pêk hat. Di encama êrîşên ku ji teref komek bi motorbisikletan ve hat kirin de herî kêm 40 kesên ku di navbera wan de leşker jî hene canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û gelek xanî jî hatin qûndaxkirin.

Usman Abdullahîyê Berdevkê Polêsa Tarabayê derheqê êrîşên li wîlayetê pêk hatin de gotibû ku 6 leşker û polêsek canê xwe ji dest dabûn û 2 leşker jî winda bûbûn.

Li welat, ji ber kesên çekdar bi motorbisiqletan êrîş dikin di hinek wîlayetan de şixulandina motorbisiqletan hatibû qedexekirin. (ÎLKHA)