HAMAS, meclîsa Iraqê teqdîr kir

HAMAS, îfade kir ku ew meclîsa Iraqê ya ku qanûna qedexekirina normalbûyîna bi rejima sîyonîstan re teqdîr dikin.

Ekleme: 12.05.2022 17:45:33 / Güncelleme: 12.05.2022 17:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meclîsa Iraqê doh di hevdîtinê de qanûna qedexekirina minasebetên normalbûnîya bi rejima îşxalker a sîyonîst re di dayîna rayên yekem de bi rayên giştî qebûl kir.

HAMAS, derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de Meclîsa Iraqê, ji ber vê qirara wê teqdîr kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev qirar; esaleta xelqê Iraqê û berdewamkirina alîkarîya ji de’wa Filistînê û ji xelqê wê re nîşan dide û weha berdewam kir, “Em tewrên wan yên ku li hember normalbûnîya bi dijmina hevpar ya ku ewlehî, aramî û îmkanên hemû ummetê tehdîd dike re nîşan dane teqdîr dikin.” (ÎLKHA)