Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir ji bona êtîm û mihtacan ew ê kermesek tertîp bike

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, ji kermesa ku ji bona êtîm û mihtacan bi şîara “Jîyan Bi Hevdu re Xweş e” bê tertîpkirin re xelqê Dîyarbekir da’wet kir. Hat hînbûn ku ew ê kermes 6 roj berdewam bike.

Ekleme: 12.05.2022 17:30:33 / Güncelleme: 12.05.2022 17:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir derheqê kermesê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew ê qezenca ku di vê kermesê de bê bidestxistin, ji bona alîkarîya malbatên êtîm, mihtaç û bêçare bê xerckirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ew ê kermes di navbera tarîxa 13-18 Gûlanê de li parqa Şehîdên 15ê Tirmehê di navbera seat 10.00 û 21.00an de bê tertîpkirin.

Elelçî di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi şîara ‘Jîyan Bi Hevdu re Xweş e’ derketin vê rêya bi xêr û di vê xebata xweşik de jî bi navê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir hemû xelqê xwe yê Dîyarbekir de’wetê kermesa ku ji bona êtîm, mihtac û bêçareyan bê tertîpkirin dikin. Ev kermesa ku bi şîara ‘Jîyan Bi Hevdu re Xweş e’ ku tertîp dikin ew ê bi armanca ji bona êtîm, mihtac û bêçareyan bê tertîpkirin. Ev kermesa ku em ê tertîp bikin di navbera tarîxa 13-18 Gûlanê de li parqa Şehîdên 15ê Tirmehê di navbera seat 10.00ê serê sibê û 21.00ê êvarê de bê tertîpkirin û ew ê 6 roj berdewam bike. Em jî ji bona beşdarê vê kermes re hemû xelqê Dîyarbekir, dikandarên me û xêrxwazên me da’wetî dikin û ji wan jî hêvîdarin ku bila di vê çarçoveyê de alîkarî û bexşan jî bikin. Bila Rebbê min di niha de wan alîkaîryên ku hun bikin ji hizûrê xwe de qebûl bike. Ji qezencên ku di kermesê de bê bidestxistin em ê ji malbatên êtîm, mihtaç û bêçareyan re alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)