Mezelên 500 zarokên Çermsor yên ku ji teref Emrîqayê dihatin asîmîlekirin hat dîtin

Deb Haalanda Wezîra Karên Hindir ya Emrîqayê ku ew jî yeka Çermsor e daxuyand, di 53 cîhên dibistanên ku ji teref Emrîqayîyan ve asîmîlekirin dihat kirin de 500 mezel hatin dîtin.

Ekleme: 12.05.2022 17:05:35 / Güncelleme: 12.05.2022 17:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sala borî li Kanadayê di Kîlîseya Katolîkê de 215 cesedên ku aîdê zarokane hatibûn dîtin, vê carê jî meseleyek wek wisa li Emrîqayê pêk hat.

Li giştîyê welat di 53 cîhên dibistanên ku mirovên çermsor li wê dêrê radiketin û dixwendin de 500 mezel hatin tespîtkirin.

Deb Haalanda Wezîra Karên Hindir ya Emrîqayê di daxuyanîya xwe de weha got, “Van zarokan ji wan her yekê wan endamê malbatek in û mirovên wisane ku di nav sîstemeke ecêb de canê xwe ji dest dane. Encamên wan dibistanên asîmîlasyona ku dilê mirovan dike nav xenmgînîyê mirov nikare bavêje pişt guhên xwe û mirov nikare înkar bike. Xîtapkirina mîrasên van polîtîkayan, ji bona ku xelqên ‘eslê li vê mezin bibin û ji bona baş bûnîyên xwe berdewam bikin pêşîvanîya min e.”

Li gorî raporên ku di encama tehqîqata Wezareta Karên Hindir ya Emrîqayê li 37 wîlayetan ji bona ku zarokên çermsoran asîmîle bikin ji 400î zêdetir dibistanan vekirine, di salên sedsala 19emîn de destpêkirine û heta 150 sal jî berdewam kirine. Di van dibistanan de jî ji zarokan re êrîşên cinsî û îstîsmara hîsî hatîye jîyankirin.

Li gorî raporê hat destnîşankirin ku ji wan zarokên çermsor re îzîn nedane ku bila bi zimanên xwe xeber bidin,navê îngîlîzî ji wan re hatîye dayîn, metodên vegerandina nasnavîyê ya bi sîstematîkî li ser wan hatîye tetbîqkirin. Dema ku wan zarokên bi zimanên xwe xeber bidin an jî li gorî kultûrên xwe bijîn ji wan re cizayên hefsê, kêmxistinê û kelemçe kirinê dihat dayîn.

Ji teref wezaretê ve hat daxuyandin ku ew raporeke duyemîn ya ku ji bona navên zarokan, ‘emrên wan û qebîleyên wan bê dîtin ew ê amade bikin.

Sala borîn jî li Kanadayê di nav Kîlîseya Katalokê de cesedên 215 zarok hatin dîtin û ji ber vê yekê li Emrîqayê jî tehqîqatek wek wê meseleyê hatibû destpêkirin. (ÎLKHA)