Li Beljîkayê reklamên qumarê tê qedexekirin

Li Beljîkayê hikûmeta fedaralê, ji ber ku di navbera ciwanan de leyîstîka qumarê zêde bûye plan dike ku reklamên qumarê qedexe bike.

Ekleme: 12.05.2022 13:55:31 / Güncelleme: 12.05.2022 13:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Beljîkayê ji ber ku di nav ciwanan de leyîstika qumarê ji sedî 43 zêde bûye hikûmeta Federalê jî dest bi hereketê kir.

Wezareta Edaletê ya Beljîkayê ji  ber ku di nav ciwanan de leyîstika qumarê zêde bûye ji reklamên qumarê re qirara sînordanînê da.

Eger dema ku qirar bê qebûlkirin şîrketên qumarê ew ê di televîzyon, radyo, rojname, medyaya civakî û kuçan de nikaribin reklaman bikin. Ji bona peyamên mewcûd jî heta sala 2023yan pêvajoyek derbasî bê tetbîqkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidesxistin Vîncent Van Quîckborneyê Wezîrê Edalatê yê Beljîkayê destnîşan kir ku di nav ciwanan de leyîstika qumarê ji sedî 43 zêde bûye.

Van Quîckborne di daxuyanîya xwe de hînbûnîya qumarê bi nexweşîneke nû da wesfandin û weha got, “Di pişt van reklaman de janên gelek zêde hene.”

Li gorî agahîyên wezîr belav kir de hat îfadekirin ku şîrketên qumarê nêzê karên xwe yên ji sedî 40, ji wan kesên ku bendewarê qumarê bûne bidest dixin.

Qirara ku ji teref wezaretê hatîye amadekirin ji teref hinek wezîrên dinê jî tê qebûlkirin.

Şîrketên qumarê jî ew ê reklamên xwe di sîteyên xwe yên înternetê de an jî di dayîna naskirina qumarxaneyan de dikaribin bidin. (ÎLKHA)