Li Koreya Bakur weqeya coronawîrûsê ya ‘ewil

Koreya Bakur, li welat dîtina weqeya coronawîrûsê ya ‘ewil da rastandin.

Ekleme: 12.05.2022 11:50:28 / Güncelleme: 12.05.2022 11:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xeberên ku di çapemenîya mehellî de hatine weşandin li Koreya Bakur cara yekem weqayê coronawîrûsê hat dîtin.

Li Koreya Bakur ya ku di serê pandemîyê de heta niha tedbîrên dijwar dihat girtin, li Pyongyanga paytext ji nexweşên ku ji ber tayê hatine nexweşxaneyê nimûne hat girtin û ji wan nimûneyan jî coronawîrûs hat tespîtkirin.

Ji teref rayedaran ve derheqê hêjmarên kesên ku nexweşin de tu agahîyek nehat belavkirin, lê hat gotin ku wan weqeyan jî ji waryanta Omîcronê ne.

Kim Jong-unê Serokê Koreya Bakur û rayedarên bilind, ji bona ku rewşa pandemîyê hevdîtin bikin civînek tertîp kirin.

Piştî civînê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat gotin ku ew ê “sîstema pêşgirtîya pandemîyê ya acîl ku di neteweyîyê de ew ê herî zêde” bê tetbîqkirin. (ÎLKHA)