Li Nîjeryayê êrîş li cîhê qontrolê hat kirin: 7 mirî

Li wîlayeta Tarabaya Nîjeryayê êrîş li cîhê qontrolê hat kirin, di encama êrîşê de 7 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.05.2022 11:25:29 / Güncelleme: 12.05.2022 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku kesên bi çek, êrîş li cîhê qontrolê ya ku li herêma Takumê ye kirin, di encama êrîşê de 6 leşker û polêsek canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî winda bûn.

Ji bona leşkerên winda jî bên dîtin xebat hatin destpêkirin.

Hat îfadekirin ku ji gundê Tatîya ku di navbera şivan û cotkaran de gelek pevçûn derdikeve re jî hêzên ewlehîyê hatin sewqkirin.

Li welat, ji ber kesên çekdar bi motorbisiqletan êrîş dikin di hinek wîlayetan de şixulandina motorbisiqletan hatibû qedexekirin. (ÎLKHA)