Li Çînê balafira rêwîyan şewitî

Li bajara Çongçinga Çînê balafira rêwîyan ku tê de 113 rêwî û 9 mirettebat hebûn di dema rabûnê de şewitî.

Ekleme: 12.05.2022 10:45:28 / Güncelleme: 12.05.2022 10:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, di balafira "TV9833" ku sefera Çongçing-Nyingçi yê seferê dikir de di dema ku ji Balafirgeha Navnetewî ya  Ciangbey radibû de şewat pêk hat.

Di piştî şewatê de balafir ji pîstê derket û 113 rêwî û 9 mirettebat hatin tehlîyekirin û herî kêm 40 rêwî birîndar bûn.

Bi midexeleya ekîbên îtfaîye şewat hat tefandin.

Piştî tefandina şewatê û rakirina balafirê pîst ji bona balafirên dinê hat vekirin.

Derheqê sebeba şewatê de tu agahîyek nehat dayîn lê hat destnîşankirin ku tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)