Li Mêrdînê li dijî PKK/KCK operasyon: 19 binçavî

Li navçeyên Derîk û Qosera Mêrdînê di du rojên dawîn de li dijî PKK/KCKê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de bi tevahî 19 kes hatin binçavkirin.

Ekleme: 11.05.2022 15:20:34 / Güncelleme: 11.05.2022 15:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajêr ya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li hember wan kesên ku di newroza ku di tarîxa 19-20ê Adarê li navçeyên Derîk û Qoserê de di bin organîzatora HDPê hat tertîpkirin de potikên rêxistî yê PKK/KCKê, direfş û afişan vekirine û siloganan avêtine ji bona ku bên qefaltin di tarîxa 10ê Gûlanê de li Derîkê di tarîxa 11ê Gûlanê de jî li Qosêrê operasyon het tertîpkirin;

Di encama operasyonan de 19 kes hatin binçavkirin û di encama lêgerînan de jî; çekên patpatok, şarjor, gule, kitêbên rêxistî, kovar û rojname, fotoxrafên rêxistî, potikên rêxistî, al û gelek amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin û dest li ser wan hat dayîn.” (ÎLKHA)