Ji HAMASê ji qetilkirina rojnamevana Al Jazeerayê re bertek

Îzzet er-Reşakê endamê Yekîneyê Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî, qetilkirina Şîrîn Ebu Akîleya rojnamevana Al Jazeerayê wek bi “cînayeta kirêt” û “înfaza bêdaraz” wesfand.

Ekleme: 11.05.2022 14:20:33 / Güncelleme: 11.05.2022 14:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rojnamevana pîrek Şîrîn Ebu Akîleya ya qenala televîzyona Al Jazeerayê, ji teref leşkerên rejima îşxalker ve hat kuştin.

Îzzet er-Reşakê endamê Yekîneyê Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî di axavtina xwe de îfade kir îşxala ku li ser vira hatîye avakirin heqîqatê hedef digre, ji bona ku cînayetên xwe veşêr bide, cînayetên bi qesdanî li hember xelqê Filistînîyan û rojnamegeran dike.

Hazim Kasimê Berdevkê HAMASê jî weha got, “Ji lîsteya cînayetê ya ku rejima îşxalker li Filistînê li hember rojnamegeran dike re Şîrîn Ebu Akîle jî hat lêzêdekirin.”

Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya Filistînê, rojnamevan Şîrîn Ebu Akîle, di encama êrîşên rejima îşxalkeran ku li bajara Cenînêya Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê da ye kir de canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku Şîrîn Ebu Akîle êrîşên rejima îşxalkeran ku li kampê dikir teqîp dikir. (ÎLKHA)