Li Bolîvyayê di zaningehek de îzdîham pêk hat: 4 mirî

Di hola herwişêyê ku di zaningehek de pêk hat 4 kes canê xwe ji dest dan û 70î kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.05.2022 10:40:29 / Güncelleme: 11.05.2022 10:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajara Potosîya Bolivyayê ya ji welatê Emrîqaya Başûr e di zaningeha Tomas Frîasê de ji bona ku serokên civakê xwendekaran bên hilbijartin hilbijartinek hat tertîpkirin. Ji ber vê yekê di hola herwişêyê de bi sedan kes civîyan.

Di nav qelebalixê de ji nişkavda gelemşeyek derket û bombeya xazê hat avêtin. Ji ber ku hola herwişêyê di binê xazê de ma bi sedan mirov dest bi revê kirin.

Di encama revê de îzdîham derket û 4 kes canê xwe ji dest dan û 70î kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)