Rejima sîyonîst a îşxalker rojnamevana Al Jazeerayê kuşt

Rojnamevana pîrek Şîrîn Ebu Akîleya ya qenala televîzyona Al Jazeerayê, ji teref leşkerên rejima îşxalker ve hat kuştin.

Ekleme: 11.05.2022 10:25:28 / Güncelleme: 11.05.2022 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya Filistînê, rojnamevan Şîrîn Ebu Akîle, di encama êrîşên rejima îşxalkeran ku li Cenînê li kampa miltecîyan kir de canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku Şîrîn Ebu Akîle êrîşên rejima îşxalkeran ku li kampê dikir teqîp dikir.

Kuştina rojnamevana Filistînî Şîrîn Ebû Akîleya ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve careke din nîşan da ku ew tinazê xwe bi hemû adet, qanûn û nirxan dike. (ÎLKHA)