Komeke bi çek li Kongoyê piranîyê wan zarok 15 penaberan kuşt

Li wîlayeta Iturîya Komarîya Kongoya Demokratîk, Komeke bi çek êrîş li kampa mirovên ku ji cîhên xwe bûne kirin, di encama êrîşê de 15 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.05.2022 13:50:30 / Güncelleme: 10.05.2022 13:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku mesele di nav kampa penaberên ku li herêma Loddaya wîlayeta Iturî û ji gundên derdorê revîyan e û li wê derê kom bûne de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, ji teref endamên rêxistina Kooperatîfa Pêşketina Kongoyê ve êrîş li kampê hat kirin.

Hat dîyarkirin ku di encama êrîşê de 15 sîwîlên ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.

Rayedarên hikûmeta mehellî destnîşan kiribûn ku roja Yekşem a borî dîsa ji teref vê rêxistinê ve êrîş li gundekî yê ku nêzê me’dena zêran e hat kirin û di encama wê êrîşê de jî 55 sîwîl canê xwe ji dest dabûn û nêzê 100 sîwîl jî hatibûn revandin. (ÎLKHA)