Li Efxenîstanê 63 endamên DAÎŞê teslîm bûn

Tê destnîşankirin ku li wîlayeta Nengerhara Efxenîstanê di nav 6 mehên dawîn de ji 600î zêdetir endamên DAÎŞê teslîm bûn.

Ekleme: 10.05.2022 11:55:27 / Güncelleme: 10.05.2022 11:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Beşîrê ji rayedarê ewlehîyê yê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê daxuyand ku di van rojên dawîn de 63 endamên DAÎŞê teslîm bûn.

Beşîr, di berdewama daxuyanîyê de ragihand ku wan endamên ku teslîm bûne ew ê ji sûcên xwe yên ku berê kirine ji wan re ciza neyê dayîn lê dema ku ew qanûnan îhlal bikin û li herêmê ewlehîyê xira bikin ew ê bi şeklekî ciddî bên cezakirin.

Beşîr, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku li wîlayeta Nengerharê di nav 6 mehên dawîn de ji 600î zêdetir endamên DAÎŞê teslîm bûn. (ÎLKHA)