Li Fîlîpînan hilbijartina serokatîya dewletê Marcos qezenc kir

Li daneyên ne fermî yên ku ji teref Komîsyona Hilbijartina Filîpînan ve hatîye belavkirin, kurê Ferdinand Marcos serokê berê yê dewletê ku bi navê bavê xwe ye, ji sedî 58,92 rayan girt û hilbijartinê qezenc kir.

Ekleme: 10.05.2022 10:55:09 / Güncelleme: 10.05.2022 10:55:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Orana raya herî mezin ya Lenî Robredoya ku hemberê Marcosê bû jî ji sedî 28,11 girt.

Di hilbijartinê de namzedên dinê jî weha ray girtin, Manny Pacquîao ji sedî 6,58, Isko Morenoyê Serokê Şaredarîya Manîlayê ji sedî 3,61 û Panfilo Lacsonê şefê Polês jî ji sedî 1,7an girt.

Marcos, di encama hilbijartinê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de ji mirovên ku ji wî re rayan dane re sipasîyan kir. (ÎLKHA)