Li Ekvadorê di girtîgehê de îsyan: 43 mirin

Hat destnîşankirin ku li bajara Santo Domingo de los Tsachilasa Ekvadorê di girtîgeha Bellavîstayê de mehkûm serîhildan, di encama serîhildana mehkûman de 43 mehkûm canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.05.2022 10:05:27 / Güncelleme: 10.05.2022 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Patrîcîo Carrîlloyê Wezîrê Karên Hindir yê Ekvadorê derheqê meseleyê de daxuyanîyek çapemenî da û di daxuyanîya xwe de weha destnîşan kir: “Mixabin di vê hedîseya cuda de 43 mehkûm canê xwe ji dest dan. Li gorî agahîyên ku me bidestxistîye piranîya mehkûman ne ji çekan, ji kêr û tiştên tûj yên dinê hatine kuştin.”

Carrîllo di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku hê jî cesedên mekhûman nehatine tehlîyekirin û di hicreyan de jî pevçûn hê berdewam dike.

Li Ekvadorê di girtîgehê de ew ê herî dawî di tarîxa 4ê Nîsanê de pevçûn pêk hatibû û di encama wê pevçûnê de jî 20 mehkûm miribûn. (ÎLKHA)