Li Polonyayê ji sefîrê Rus re êrîşî bi boyax

Sergei Andreevê Sefîrê Polonya yê Rusya, li ser mezelên leşkerên Sovyet dema ku çîçekan dêyne li ser mezelên wan bi boyaxa sor êrîş lê hat kirin.

Ekleme: 09.05.2022 15:15:10 / Güncelleme: 09.05.2022 15:15:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku ji Sergei Andreevê Sefîrê Polonya yê Rusya re li Taxa Žvîrkî û Wîguraya Varşovayê ku mezelên leşkerên Sovyetan li wê derê ye di dema danîna çîçekan de êrîş lê hat kirin.

Li gorî medyaya Rus, Andreev, pîreka wî û lijneya ku bi wî re ye, bi erebeya ku ala Rusyayê li ser wê ye hatin goristanê.

Di dema derketina wan yên ji erebeyê komekê yê ku ala Ukraynayê di destê wan de ne û li hember Rusyayê ne dora wan dorpêç kirin.

Hinek kesên di nav komê de bûn ji sefîr û lijneyê ku bi wî re ye re boyaxên sor avêtin. Di encama êrîşê de rûyê sefîr Andreev û wan kesên ku bi wî re ne û cilên wan ji ber boyaxê sor bûn.

Adnreev, derheqê êrîşê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di encama êrîşê de bi tu kesê tiştek nebû lê ew ew ê  ji vê meseleyê bi fermî bersiveke protestoyê bidin.

Andreev, di berdewama daxuyanîya xwe de rayedarên Polonyayê ji ber ku tedbîran negirtine sûcdar hesiband. (ÎLKHA)