“12,3 milyon zarokên Sûrîyeyî mihtacê alîkarîya însanîyê ne”

Fona Alîkarîya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da û got ku 12,3 milyon zarokên Sûrîyeyî mihtacê alîkarîya însanîyê ne.

Ekleme: 09.05.2022 11:20:28 / Güncelleme: 09.05.2022 11:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Adele Khodra Dîrektorê Efrîqaya Bakur û Rojhilatanavîn ya UNICEFê ji bona ku bal li ser drama ku li Sûrîyeyê tê jîyankirin bikşîne daxuyanîyek niviskî belav kir.

Khodr, di daxuyanîya xwe de weha got, “Bi milyonan zarokên Sûrîyeyî, li Sûrî û li welatên ciranê Sûrî hê jî di nav tirs, nexuyatî û îhtîyacîyê de dijîn.”

Di daxuyanîya Khodr de hat destnîşankirin ku 6 milyon zarokên Sûrîyeyî di nav welat de û 5,8 milyonê wan jî di welatên cîran de mihtacê alîkarîya însanîyê ne, fîyetên xwarinê jî ji ber şerê Ukraynayê bi lezî zêde dide.

Di daxuyanîyê de hat bibîranîn herba ku li Sûrîyeyê ye bû 11 sal e berdewam dike û li Sûrîyeyê 13 hezar zarok hatin kuştin.

Hat destnîşankirin ku îsal di nav 3 mehên ‘ewil de 213 zarok hatin kuştin. (ÎLKHA)