Li Efrînê keçeke 12 salî ji teref koma ku girêdayî PKK/YPGê ve ye hat revandin

Hat ragihandin li Efrînê keçikeke bi navê Meryem Ferîd Mihemed a 12 salî ji teref koma “Ciwanên Şoreşger” a ku girêdayî PKK/YPGê ve ye hat revandin.

Ekleme: 09.05.2022 09:05:29 / Güncelleme: 09.05.2022 09:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bavê Meryemê got “Tenê ew keça wî heye û Ciwanên Şoreşger ew birin û daxwazim keça min li min bê vegerandin.”

Zilm û zordarîya PKK/YPGê bes li Kurdistana Rojava bi heman awayî li her 4 parçeyên din ên Kurdistanê her berdewam dike. Li Bakur dayikên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li ber avahîya HDPê ya Diyarbekirê nobedê digirin, li Başûr û Rojhilat jî dê û bav li mafên xwe digerin; lê belê li Rojava ji ber ku herêm di bin kontrola PKK/YPGê de dê û bav newêrin zêde dengê xwe derînin.(ÎLKHA)